Li 2 hezar metro jorê masiyan xweyî dikin

Ji ber sermaye li tesîsên masiyan hewzan cemed girt

Li 2 hezar metro jorê masiyan xweyî dikin

Li Karsê ji ber sermayê masîvan gelek zehmetiyê dikşînin. li herêmê carna ji ber sermayê av û masiyên di nava hewzan de diqerisin. lê ji ber ku van rojan firotina masiyan baş e, hilberîner tesîsên xwe nagirin. ji bo hewzên wan neqerisin hema bêjin li ber wan nobetê digrin.

Li 2 hezar û 250 metro jorê, li ser Çemê Kewan di nav van hewzan de masiyan xwedî dikin.

Ev der Sariqamişa Karsê , devera herî sar a welêt e.

Lê masîvan li pey nanê xwe ne, guh nadin sermayê û bi şev û roj li ber hewzan disekinin ku masî neqerisin.

Ji ber ku doh bi şev hewa di bin sifirê de 22 pile bû, ava hewz cemed girt.

Masivanên ku wê barên xwe dibin bajêr ewilî cemedên li ser hewzan dişkînin pişt re masiyan digirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE