Li 9 tesîsan 400 hezar ton masî

Li tesîsên modern û di qefesan de masiyan xwedî dikin.

Li 9 tesîsan 400 hezar ton masî

Li Semsûrê li ser bendava Çatê masî tên xwedîkirin. Li vir bi tesîsên modern û di qefesan de masiyan xwedî dikin û bazirganiya wan dikin. Li ser bendava Çatê 9 tesîsên masiyan û bi temamî 109 qefes hene.

Li Çelkana navçeya Semsûrê di salên dawî de xwedîkirina masiyan gelek zêde bû.

Bi taybetî li ser Bendava Çatê masî tên xwedîkirin.

Li bendavê 9 tesîs û bi temamî 109 qefesên masiyan hene.

Him wekî çewlika masiyan e him jî bi awayekî sirûştî masiyan xwedî dikin.

Êmê masiyan tên dayîn û bi awayekî profesyonel kontrola wan didome.

Sala borî 200 hezar ton masî hatin firotin û îsal tê payîn ku 400 ton masî derkevin.

Masiyên vir him li welêt tên firotin him jî heta Rûsya û Japonyayê tên îxrackirin.

Ji bo xwedîkirina masiyan dewlet jî piştgirî dide.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE