Li Adıyamanê berhevkirina fistiqan dest pê kir

Li Gölbaşıya navçeya Adıyamanê berhevkirina fistiqan dest pê kir.

Li Adıyamanê berhevkirina fistiqan dest pê kir

Li Gedîkliya gundê ser navçeyê hilberîneran dest bi berhevkirina fistiqan kir û ji ber xêr û bereketa îsal rûyê wan geş e.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê Erdal Yilmaz daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir îsal rekolteya fistiqan zêde ye.

Yilmaz diyar kir, li navçeyê ser 37 hezar dagarî darên fistiqan hene û wiha dewam kir: "Li navçeya me di nav cureyên fêkiyan da fistiqa Antebê cihekî girîng digre. Weke 'Ben' an jî 'Gevel' tê binavkirin û ji bo çerez e. Bihayê wê vê gavê di navbera 18 û 22 lireyî da diguhere."

Qaymeqamê Gölbaşıyê Mutlu Koksal jî beşdarî xebata berhevkirina fistiqan bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE