Li Adiyamanê bi navê Dörner muzeyek hat vekirin

Dörner, li Nemrûdê nêzî 50 salan xebitî û ji alavên wî muzeyek hat vekirin

Li Adiyamanê bi navê Dörner muzeyek hat vekirin

Arkeologê elman friedric karl dörner li çiyayê nemrudê û derdorê wê, nezî 50 salan xebitî. Rêvebirên bajêr, ji alavên ku wî kifş kiribûn, bi navê wî muzeyek vekirin û niha li wir tê nîşandan.

Nêzî 50 salan, li çiyayê Nemrûdê û derdora wê xebitî.

Di wan xebatan de nêzî 16 sindoq amûr kifş kirin û derxistin holê.

Ev xebat ji aliyê arkeologê Elman Friedric Karl Dörner ve hatin kirin.

Dörner, piştî ku vegeriya welatê xwe, ev alav li vir hiştin.

Rêvebirên bajêr jî dest avêtin wan amûran û pişt re bi navê Dörner muzeyek vekirin.

Niha di wê muzeyê de ev amûrên dîrokî û kevnar tên pêşkeşkirin.

Niha gelek welatî tên vê muzeyê û wan amuran temaşe dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE