Li pîrîna Semsûrê lêkolînên arkeolojîk dîsa dest pê kirin. niha li cihê çêkirina şerabê û nêrdewana 220 metreyî vekolandin tên kirin. di vê çarçoveyê de ekîba bi 15 kesan wê 4 mehan xebatên xwe bidomîne.
Li Pîrîna Semsûrê, li cih û warên dîrokî lêkolînên arkeolojîk dîsa dest pê kirin.
Îdareya Taybet a Bajêr ji bo lêkolînê 500 hezar lîre budçe veqetand.
Ekîbeke 15 kesan wê 4 mehan li vê derê bixebite.
Beriya niha gelek vekolandin hatibûn kirin.
Vê carê li cihê çêkirina şerabê û nêrdewana 220 metreyî vekolandin wê werin kirin.
Tê payîn ku gelek bermahiyên dîrokî derkevin holê.
Bi van xizmetan ev der wê bêhtir bala tûrîstan bikşîne.