Li Adıyamanê sera hilweşiyan

Ji ber berfa zêde seraya li ser 15 donim erdî hilweşiya, bi tonan firingî û xiyar edim bûn

Li Adıyamanê sera hilweşiyan

Li Semsûrê ji ber berfa zêde serayên cotkaran hilweşiyan. bi tonan firîngî û berên di serayan de edim bûn. ekîbên midûriya çandiniya bajêr li serayan tespîta xisarê kirin. 

Berf zêde hat û serayan xwe li ber giraniya berfê negirt. 

Li Semsûrê serayên ku li ser 15 donim erdî hatibûn avakirin, di bin giraniya berfê de man. 

 Di serayan de ku ji ber berfê hilweşiyan nêzî 300 ton firîngî û 180 ton xiyar edim bûn. 

Cotkarên mexdûr dixwazin dewlet mexdûriyeta wan safî bike û piştgiriyê bide. 

Ekîbên Midûriya Çandiniya Bajêr li serayan tespîta zirar û ziyanê kirin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE