Şaredariya Adıyamanê bi hevkariya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dest bi projeya vehugerîna bajarî kir. Di çarçoveya projeyê de li taxên mara û musallayê xanî tên hilweşandin.
Li Adıyamanê , bi hevkariya şaredarî û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê projeya beşa yekem a veguherîna bajêr dest pê kir.
Di çarçoveya projeyê de li taxên Mara û Musallayê xaniyên kevn tên hilweşandin.
Şaredarê Adıyamanê Süleyman Kilinç derbarê xebatan de agahî da û got em ê di nav demeke kurt de dest bi çêkirina xaniyan bikin.
Tê plankirin ku di çarçoveya beşa yekem de bi 21 blokan 484 daîre werin hilweşandin.
Heta ku xaniyên nû hatine çêkirin; şaredarî wê alikariyê kirê bide welatiyên ku xaniyên wan hatine hilweşandin.