Li Adiyamanê belavkirina goştê qurbanan

Muxtarê Taxa Turgut Reisê goştê ku li muxtariyê kom dike dide feqîran

Li Adiyamanê belavkirina goştê qurbanan

Cejna qurbanê, bi navê dî eyda heciyan bi xêr û bereketa xwe dewam dike. yê îmkana wî heye qurbanê ser jê dike û li feqîran belav dike. li taxa turgut reisê ya semsûrê jî mixtarê mehlê abdulkadir geylani taş ev bar daniye ser milê xwe. mixtarê mehlê Abdulkadir Geylani Taş ewil goştê qurbanan li buroya muxtariyê kom dike paşê derî bi derî digere û dide kesên îmkana wan tine.

Kelecana Îda Qurbanê li çar aliyê Tirkiyê dewam dike.

Wekî hemû îdan di vê îdê de jî qurban tên serjêkirinû li feqîran tên belavkirin.

Lê belê hin kes di vê cejnê de jî xebatên taybet dikin.

Yek ji wan jî Muxtarê Taxa Turgut Reisê ya Semsûrê Abdulkadir Geylani Taş e.

Muxtar Abdulkadir Geylani ji bo li feqîran belav bike, ewil goştê qurbanan li muxtariyê kom dike.

Dûvre jî mal bi mal digere û goştê qurbanan dide welatiyên hewcedar.

Semsûrî ji xizmeta mixtarê xwe kêfxweş in.

Abdulkadir Geylani ji bo zêdetir alîkarî bide feqîran çermê qurbanan jî berhev dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE