Li Adiyemanê masiyekî qerase yê 88 kîlo hat girtin

Li Adiyemanê masiyekî qerase yê 88 kîlo hat girtin

Li Kahtaya navçeya Adiyemanê masîvanekî li Bendava Ataturkê masiyekî 180 santîmêtro dirêj û 88 kîlo girt.

Masîvan Zekeriya Aydinê li bendavê masî digirt hew dît ku tora wî tije bû.

Aydin dema hewl da torê bikşîne dît ku giran e û ji kesên din alîkarî xwest.

Dema Aydin û welatiyan torê nihêrîn dîtin ku masiyekî qerase di torê da ye.

Hat tesbîtkirin ku masî cureyê lîmûzirav e (turnayê), dirêjahiya wî 180 santîmêtro û giraniya wî jî 88 kîlo ye.

Aydin got ew bi salane masîvaniyê dike, lê cara ewil e ku masiyekî evqas mezin digire.

Aydin destnîşan kir ku wî masî firotiye xwaringeheke Stenbolê.

Welatî Îrfan Aşuk jî got cara ewil e ku wî masiyekî wiha qerase dîtiye, ji ber vê wî gelek wêne kişandiye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE