Li Afrinê dema berhevkirina zeytûnan e

Li bajêr cotkar dest bi komkirina zeytûnên xwe dikin

Li Afrinê dema berhevkirina zeytûnan e

Li bajarê zeytûnan Afrînê, dema berhevkirina zeytûnan e. Welatî serê sibê berê xwe didin baxçeyan û zeytûnên xwe didin hev. Ji zeytûnan bi piranî zeyt tê çêkirin.

Ev der gundê HISÊ ye. Ev gundê navçeya Mabeta ya bi ser Afrinê ve ye.

Welatî ji serê sibê de tên nava baxçeyan û zeytûnan berhev dikin.

Daran bi destan dadiweşînin û zeytûnan dixin nav çewalan.

Pişt re çewalên xwe dibin û li mekbezan zeytûnên xwe dikin rûn.

Cotkar û xebatkarên zeytûnan ji saet 6 sibê, heya şeşê êvarê zeytûnan didin hev.

Roja xebatkarên zeytûnan jî ji 4 hezar lîreyê Sûrî heya 5 hezaran e.

Herî pir xebatkar bi tenekeyên rûn zeytûnan berhev dikin.

Serê her 6 tenekeyan tenekeyek rûn ji xwe re dibin.

Rûnê zeytûnên Afrinê, gelek bi nav û deng e.

Cotkarên Afrinî dibêjin ku rûnê wan erzan tê firotin û divê buhatir be.

Komkirina zeytûnan heta demekê wê dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE