Li Agiriyê berhevkirina hêlizê dest pê kir

Li Agiriyê berhevkirina hêlizê dest pê kir

Li Agiriyê welatî di van rojên biharê da wek her sal îsal jî diçin çiyê ku hêlizê berhev bikin.

Piştî ku berf heliya, der û dor hêşîn bû pincarên cur bi cur jî li çiya û deştê derketin.

Welatî bi kîlomêtroyan rê dimeşin, hêlîzê berhev dikin û tînin malên xwe.

Musa Yakut ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand her sal ew ji bo berhevkirina hêlizê û pincarên din diçin çiyê û wiha axivî: "Ev pincar ji yên din cudatir e. Ji bo berhevkirinê em kêrê bi kar tînin. Em dibin malê paqij dikin. Tehma wê pir xweş e, em pê tirşînê çêdikin. Ev pincar şifa ye. Ji her gundî însan tên li çiyê vê pincarê berhev dikin. Em qasî 10-15 rojan tên berhev dikin. Hinek jî tên berhev dikin û paşê difroşin."

- "Ji bo debara xwe em berhev dikin"

Rahmî Eratê ji bo berhevkirina hêlizê ji navenda bajêr hatiye jî got berhevkirina wê gelekî zehmet e û wiha axivî: "Ji bo debara xwe em berhev dikin. Bi firotina wê feyde digîhêje aboriya me. Ji bo em hêlizê berhev bikin em serê sibê zû tên vir. Em dikelînin dixin tirşîn. Em kîloya wê 11-12 lireyan difroşin. Her çewalek qasî 50 kîlo ye, em li ser pişta xwe heta wesayîtê tînin."

Emrullah Ozturkê li Stenbolê dijî jî got ew her bihar tê memleket hêlizê dibe û paşê malbat û eqrebayên xwe belav dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE