Li Agiriyê Zozanê Sînegê bi birên pez xemilî

Li Agiriyê Zozanê Sînegê bi birên pez xemilî

Zozanê Sînegê yê li Agiriyê ku bi çêre û çavkaniyên xwe yên avê va yek ji zozanên sereke yên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye, bi birên pez ên koçeran xemilî.

Zozanê Sînegê ku raqima wê 2 hezar û 400 e û li navçeya Taşliçayê dimîne, Îdir di serî da ji parêzgeh û navçeyên nêzîk her sal gelek malbatên koçer û birên wan ên pez diezimîne.

Malbatên koçer pez û dewarên xwe tevî şivan û gavanan dişînin herêmê.

Şivan û gavanên ku piştî rêwîtiyeke dirêj û dijwar tên zozan, şefeqê heywanan berdidin çêre û diçin ber.

Koçer havînê li zozan heywanan didoşin, ji şîr berhemên cur be cur digirin û payîzê cardin vedigerin malên xwe.

Heywanên ku li zozanê hêşîn diçêrin, ji hêla peyamnêrê AAyê bi droneê hatin kişandin.

Şivan Îbrahîm Artan diyar kir ku ew havînê pez li zozan diçêrînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE