Li bajarê dîrokî kolandinên arkeolojîk

Piştî 11 salan dîsa li Adiyamanê lêkolînan dest pê kir

Li bajarê dîrokî kolandinên arkeolojîk

Dîroka bajarê Adiyamanê kevn e û Adiyaman yek ji bajarên şaristaniya komageneyê ye. Li Adiyamanê, li bajarê kevnare yê bi navê "pîrînê" kolandinên arkeolojîk, piştî 11 salan careke din dest pê kirin.

Li Adiyamanê "bajarê dîrokî Pîrîn" xwedî dîrokeke girîng e.

Ev der yek ji 5 bajarên Şaristaniya Komageneyê ye.

Li Pîrînê kolandinên arkeolojîk dihatin kirin lê ev 11 sal in ku ev xebat hatibûn sekinandin.

Piştî 11 salan dîsa dest pê kirin.

Kolandin li nêrdewana 24 pêlikan hatin destpêkirin.

Arkeologek û 9 karker vî karî dikin.

Waliyê Adiyamanê Mahmut Çuhadar: "piştî 11 salan îro dîsa kolandinên arkeolojîk dest pê kirin. di qonaxa ewil de kolandinên li nêrdewana 24 pêlikan tên kirin. di qonaxa duyem de jî xebat wê li goristana zinaran bên kirin."

Rêveberiya Taybet a Bajêr jî wê pişt bide xebatan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE