Li bajaroka Başverimliyê xebata ji bo îdê

Şaredariya bajarokê li 650 malan şekir û meşrûbat belav kir...

Li bajaroka Başverimliyê xebata ji bo îdê

Li Wastaya Bajaroka Silopiya Şirnexê ji aliyê şaredarê nû medeni tatar ji bo îdê xebatek hat kirin. di çarçoveya xebatê de li 650 malan ji kolonyayê bigrin heta şekirên îdê gelek tişt hatin belavkirin.

Ji Îda Remezanê re hindik ma.

Xebat û amadehiyên beriya cejnê dewam dikin.

Şaredarê nû yê Wastaya bajaroka Silopiya Şirnexê jî xebatek da destpêkirin.

Şaredar Medeni Tatar ji bo 650 malên bajarokê koliyên cejnê amade kirin.

Di van koliyan de ji şekirên îdê heta liqûm û kolonyayê gelek tişt hene.

Şaredar Medeni bi xwe li nav Wastayê geriya û yek bi yek tiştên ji bo îdê belav kirin.

Wastayî jî ji bo vê alîkariyê kêfxweş bûn.

Şaredariyê eşkere kir ku dê piştî cejnê jî xebatên wan dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 30 Gulan 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE