Li Batmanê berhevkirina gilgilê dest pê kir

Serokê Odeya Ziraetê ya Batmanê Nîzamettîn Aydîş: "Em li bendê ne qasî 90 tonî rekolte jê bê. Duh bihayê wê 2 hezar û 200 bû û îro bû 2 hezar û 300 lire. Cotkarên me him ji bêderê û him jî ji bihayê razî ne."

Li Batmanê berhevkirina gilgilê dest pê kir

Li deşta Batmanê bêdera gilgilê ku wek "zêrê zer" tê binavkirin, dest pê kir.

Makîneyên deraseyê li dora gundê Oymataşa ser navendê ye dest bi bêderê kirin

Par li 55 hezar dekarî gilgil hatibû ajotin û îsal ev yek ji 60 hezar dekarî zêdetir bû.

Ji ber avdanê hişkayiyê tesîrek li ser gilgil nekir û berê gilgil dilê cotkaran xweş kir. Ji dekarê nêzî 1800 kîlogram gilgil tê rakirin û bihayê tona gilgil jî derket 2 hezar û 300 lireyî.

Serokê Odeya Ziraetê ya Batmanê Nîzamettîn Aydîş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku him li hundir û him jî li dervayê welêt kiryarên gilgil gelek in.

Di berdewamiya axaftina xwe da Aydîş got: "Em li bendê ne qasî 90 hezar ton gilgil bê rakirin. Duh bihayê wê 2 hezar û 200 bû û îro bû 2 hezar û 300 lire. Cotkarên me him ji bêderê û him jî ji bihayê razî ne. Ji dekarekî bergîdana 1700-1800 kîlogramî gilgil tê rakirin.

Mehmet Salih Tutar jî destnîşan kir ku 16 sal e ew gilgil diajo û wiha domand: "Min li 2 hezar û 600 donimî gilgil ajot. Me hê jî nû dest bi bêdera gilgil kir. Berê îsal baş bû. Ji dekarekî bi qasî 1900 kîlogram gilgil tê. Ji bihayê wê jî em razî ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE