Li Batmanê bi dasê birinc dirûn

Li Gercuşê li gundên Gonullu û Akyarê bi dasan birinc hat dirûn.

Li Batmanê bi dasê birinc dirûn

 Li Gercuşa navçeya Batmanê li gundên Gonullu û Akyarê bi dasan birinc hat dirûn. 

Li gundên Gonullu û Akyarê birincê ku li ser 50 donîm hêşîn bûbû bi arîkariya gundiyan bi dasê hat dirûn. 

Çeltûkê tê dirûn diavêjine erdê pan û piştra traktor li ser tê û diçe û birincê wê ji cuda dikin. Birinc qasî hefteyekê li ber tavê dimîne û piştra dibin aş. Li vê derê jî birinc ki kalika wê tê derxistin û o bona xwarinê êdî amade dibe. 

Ji gundiyan Şemsettîn Kardaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ew û 11 zarokên wî çend sal e birinc diçînin û wiha axivî:

"Li herêmê bi navê 6 mehî û 3 mehî du cureyên birincê çêdibin. Birincê ku yê em dibêjinê 6 mehî li adar û nîsanê tê çandin. Birincê 3 mehî jî di meha Hezîranê de tê çandin. Em dirûna herdu cureyê di heman demê dest pê dikin. Em ji donîmekî nêzî tonek birincê kom dikin."

Kardaş got ku arîkariya di navbera gundiyan da didome û wan bi dasan hemû birincê xwe dirûye. 

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Cotmeh 2018, 15:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE