Li Batmanê di Newala Zorê ya ku aramî lê çêbû meş hat kirin

Li Batmanê di Newala Zorê ya ku aramî lê çêbû meş hat kirin

Geliyê Zorê yê li Batmanê, bi hatina hizûrê ra mazûvaniya siruşthezan kir.

Geliyê Zorê dikeve ser sînorê Batman û Diyarbekirê û bi hatina hizûrê ra pesnê xweşikahiya gelî ya siruştî zêde bûn. Çemê Zorê û newal jî dikeve vê herêmê û kesên ku i cihekî îzole dixwazin, vê derê tercîh dikin.

Nûnertiya Bajarê Diyarbekirê ya Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê û Kulûba Sporên Siruştî ya Diyarbekirê (DÎDOSK) li Geliyê Zorê meş li dar xist û ji Diyarbekir, Batman, Bidlîs û bajarên derdorê 85 çiyager û siruşthez beşdarî meşê bûn.

Nûnerê Bajêr ê Federasyona Çiyagerên Tirkiyeyê Abdurrahîm Ekîn ji rojnamegeran ra got ku ev 5 salên dawî ne ku wan wekî sporên siruştê gelek çalakî li dar xistin.

Ekîn daxuyand ku ew cara ewil e ku bi ev qas kesan va vê newal û gelî ziyaret dikin û wiha dewam kir, "Me parkur bi 85 kesan va temam kir. Armanca me ew e ku sporên werzişê li Tirkiyeyê bela bibe. Em li benda hemû siruşthezan in ku werin parkurên me yên meşê."

Ji endamên Lijneya Rêvebiriyê ya DÎDOSKê Yelîz Çubanê jî got ku gelî û newal pir xweş in.

Çubanê wiha dewam kir, "Divê meriv teqez were vê derê bibîne. Naşibe tu derê derdora me, em ji bo danasîna wê hatin vê derê. Wekî ku ji bo meriv terapî be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE