Li Batmanê dikana kewan vebû

Li herêmê yekemîn dikaneke firotina kewan hat vekirin.

Li Batmanê dikana kewan vebû

Li Êlihê welatiyê bi navê Elî Akar yekemîn dikana firotına kewan vekir. Heta niha li tu bajarên herêmê dikaneke wisa tune bû. Ji niha ve her roj gelek kes diçin dikanê û ji xwe re kewan dikırin.

Kew û dengê wan xeml û rewşa zozanên herêma Botan û Serhedê ne.

Li herêmê bi hezaran malbat ji kewan gelek hez dikin û li mala xwe xweyî dikin.

Yek ji wan jî malbata Akar e.

Malbata Akar li navenda Êlihê dijî û ev zêdetirî 150 sal in ku di mala wan de kew tên xweyîkirin.

Endamê malbatê Elî Akar jî him ji ber hezkirina xwe, him jî ji bo debara xwe li navenda bajêr dikana kewan vekir.

Elî dibêje ku her roj gelek kes tên dikanê û him li kewan temaşe dikin, him jî yên dixwazin ji xwe re dikirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE