Li Heskîfa Batmanê di dema kolînên arkeolojîk de fîgûreke hespan hat dîtin. hat zanîn ev berhem 3 hezar salî ye. wekî din hin seramîkên ji serdema romayiyan jî hatin dîtin.
Heskîfa Batmanê yek ji kevintirîn cihê Dinyayê ye.
Di bin herêmê de dîrokeke kevnare heye.
Herî dawî di kolînan de peykerekî biçûk ê hespan hat dîtin.
Hat zanîn peyker 3 hezar salî ye.
Herwiha di kolînan de gelek seramîk jî hatin dîtin.
Ev seramîk jî ji serdama Romayiyan in.
Dîroka wan wek sedsala 3 û 4emîn tê texmînkirin.
Bi berhemên nû kelecana kolînê ya li herêmê jî zêde bû.