Li Batmanê kursa ji bo astengdaran

Di kursê de welatiyên astengdar xwendin û nivîsandinê hîn dibin

Li Batmanê kursa ji bo astengdaran

Komeleya astengdarên bêasteng ya Êlihê li avahiya komeleyê ji bo astengdaran kurs vekir. Di kursê de welatiyên astengdar bi hev re xwendin û nivîsandinê hîn dibin.

Li Êlihê Komeleya Astengdarên Bêasteng ji bo astengdarên ku neçûne mektebê xebatek da destpêkirin.

Di çarçoveya xebatê de li navenda komeleyê ji bo astendaran kursa xwendin û nivîsandinê hat vekirin.

Ji niha ve 15 welatiyên astengdar beşdarî kursê dibin. Kurs wê heta 3 mehan dewam bike.

Bi vê kursê astengdar wê him hînî xwendin û nivîsandinê dibin him jî sertîfîka bistînin.

Kêfa astengdarên ku xwendin û nivîsandinê hîn dibin jî li cih e.

Dîroka nûkirinê: 08 îlon 2018, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE