Li hin herêmên Sasona navçeya Batmanê siruşt bi guldexwînan xemilî.
Guldexwînên li deverên çiyayî hêşîn bûne bala siruşhezan û wênekêşan dikşînin.
Hîndekara Beşa Hîlberîna Heywanan û Nebatan a Dibistana Bilind a Sasonê ya Zanîngeha Batmanê Esra Okudur ji rojnamevanan ra got guldexwîn li cihên sar hêşîn dibin.
Okudur got emrê guldexwînan 10-15 roj in û wiha axivî: "Kulîlkeke dîmenxweş e. Par jî û îsal jî derfeta min çêbû ku ez bibînim."
Ji welatiyan Davut Bozyel jî got ji bo ku ew guldexwînan bibîne ji Batmanê hatiye navçeyê.
AA