Li Batmanê midûriyeta tenduristiyê ya bajêr tevdîrên nû digire. Di çarçoveya tevdîran de tîmên midûriyetê li navenda bajêr kontrola germahiya laşê welatiyan dikin.
Hemû kesên ku derbas dibin yek bi yek tên kontrolkirin.
Ev dîmen ji navenda Batmanê ne.
Midûriyeta Tenduristiyê ya bajêr ji bo kontrola germahiya laşê welatiyan li du xalan navendên kontrolê ava kirin.
Welatiyên ku di ber van navendan re derbas dibin yek bi yek tên kontrolkirin.
Welatî dixwazin bila her kes ji bo tekoşîna li dijî koronayê li gorî tevdîran tevbigere.
Tîmên Midûriyeta Tenduristiyê ji welatiyan dixwazin ku ger hewce neke bila ji mala xwe dernekevin.