Li Batmanê tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê

Bi biryara Walîtiyê serxweşî hatin qedexekirin, ji bo dawetan jî demek hat kifşkirin

Li Batmanê tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê

Walîtıya êlıhê jı ber zêdebûna nexweşên koronayê yên lı bajêr hın tevdîr gırtın. Lı gorî bıryara walîtıyê serxweşî hatın qedexekırın. Dîsa jı bo dawetan jî saetek hate dıyarkırın.

Li Batmanê di van rojan de hejmara nexweşên vîrûsa koronayê zêde bû.

Ji ber vê jî Walîtiya Batmanê ji bo hin tevdîran biryar da.

Li gorî biryara herî dawî li bajêr hemû serxweşî hatin betalkirin.

Her wiha li gorî biryarê divê dawet di saet 10’ê şevê de biqedin.

Waliyê Batmanê Hulusi Şahin got,”Em li hemberî vîrûsa koronayê tekoşîneke mezin didin.”

Walî Şahin got, ‘’Em ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê tekoşîneke zêde didin. Li bajarê me personelên me yên ewlehî û ewlekariyê kontrolên maske, paqijî û mesafeya mirovan dikin.’’

Walîtiyê hişyar kir û ji welatiyan re got ji bo tenduristiya xwe li gorî tevdîran hereket bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE