Li Batmanê xebatên alîkariyê

Konseya Ciwaniyê ya Turkiyeyê alîkariya xurekan da 250 malbatî

Li Batmanê xebatên alîkariyê

Di meha remezanê de xebatên alîkariyê dewam dikin. Li Batmanê ji aliyê konseya ciwaniyê ya Turkiyeyê ve li 250 malbatî koliyên xurekan hatin belavkirin. Her wiha şaredariya Kiziltepeya Mardinê jî biryar da ku li feqîran 11 hezar koliyên alîkariyê belav bike.

Bi destpêkirina meha Remezanê re xebatên alîkariyê gelek zêde bûn.

Li Batmanê Konseya Ciwnaniyê ya Turkiyeyê ji bo belavkirina alîkariya xurekan dest bi xebatekê kir.

Di çarçoveya xebatê de li 250 malbatên hewcedar alîkariya xurekan hat kirin.

Di koliyan de ji rûn heta savar û şekir gelek xurek hene.

Li Kiziltepeya Mardinê jî xebateke alîkariyê tê birêvebirin.

Li ser talîmata Qeymeqam û Cîgirşaredarê navçeyê 11 hezar koliyên alîkariyê hatin amadekirin.

Koliyên alîkariyê dê di demeke kin de li malbatên feqîr û hewcedar werin belavkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE