Li Êlihê, Midûriyeta Daristanan ji bo hêşînbûna nava bajêr kampanyayek da destpêkirin. di kampanyayê de bi qasî nifûsa bajêr, ango 411 hezar şitil dê werin çandin.
Ji bo ku navenda Batmanê hêşîn bibe gelek xebat û kampanya tên kirin.
Yek ji wan kampanyayan jî bi destê Midûriyeta Daristanan hat lidarxistin.
Di kampanyayê de dê tenê li nava bajêr 411 hezar şitil werin çandin.
Nifûsa Êlihê jî 411 hezar e, ango dê ji bo her kesî şitlek were danîn.
Şitil bi makîneyeke taybet tên çandin.
Wisa tê plankirin ku kampanya dê îsal temam be.
Midûrê Daristanan ê Êlihê Terzan Gürbüz got, “me par dest bi vê projeyê kir û em ê îsal jî bibin serî.”