Li Batmanê Şova akrobatîk a basketbolê

Batmanî bi hûr û giran çûn temaşeya ‘Tîma Karîzma Şovê’

Li Batmanê Şova akrobatîk a basketbolê

Wezareta Spor û Civaniyan, ew du sal in ku feeliyetên spor û biratiyê çêdike. tîma karîzma şovê jî, di çarçoveya van programan de li batmanê ahenga akrobatîk a basketbolê organîze kir.

Wezareta Spor û Ciwaniyan, ew du sal in ku çalakiyan Biratî û Sporê çêdike.

Li Batmanê, di çarçoveya van feeliyetan de sporvanên akrobat ên basketbolê li Parka Atatûrkê ji bo welatiyan ahengek organîze kir.

Waliyê Batmanê Ahmet Deniz û rayedarên bajêr jî bi kêfxweşî ev aheng temaşe kir. Walî Deniz li ser ehemmiyeta sporê sekinî.

“Divê zarokên me him di perwedehiyê de him jî di sporê de bi ser kevin. Ger ciwanên me bi sporê re eleqedar bibin, ji xirabiyan dûr disekinin. Dewleta me jî îmkanên mezin dide ciwanan.”

Qaptanê tîmê jî behsa xebatên tîma xwe kir û got:” Tîma me ket nav kitêba guînesê.  Eleqeya ciwanên Batmanê jî pir zêde bû. Em ji bo jî pir kêfxweş in.

Batmanî jî ji tîma karîzma gelek hez kir..

Dîroka nûkirinê: 16 Tebax 2018, 12:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE