Li Mûşê xwendekarên lîseya reqabetê li baxçeyê dibistanê çandiniyê dikin. Xwendekar li ser eraziyê 2 donimî sebzeyan diçinin. Wextê dersa wan tune be bi çandiniyê re eleqedar dibin û wê sebzeyên baxçe bidin malbatên hewcedar.
Xwendekar li baxçê dibistanê çandiniyê dikin.
Li Lîseya Reqabetê ya Mûşê li ser eraziyê 2 donimî yê vala sebzeyan diçinin.
Wextê ku dersa wan tune be, baxçe paqij dikin, av didin.
Bi vî şiklî eraziyî vala bi çandiniyê kêrhatî dibe.
Xwendekar sebzeyên ku li vir diçinin wê bidin malbatên hewcedar.
Xwendekar ligel mamosteyên xwe li qadên ku sebze neçinandine, daran datînin.