Baxên Îremê yên li quntarê Çiyayê Agiriyê bi rengên payîzê va bala ziyaretvanên xwe dikêşe.
Di nav Baxên Îremê yên li quntarên Çiyayê Agiriyê da ku dikeve rojhilata Tirkiyeyê û bi raqima xwe ya 5 hezar û 137 mêtreyî va devera herî bilind a welêt e, bi dehan cure darên fêkî, bîhok û qewaxê hene.
Li bajêr di nav cihên ku siruşthez herî zêde eleqeyê nîşan dixin da Baxên Îremê di serî da ye û bi hatina payîz ra darên nav baxan zer bûn û dar û ber bi tonên kesk, zer, qehweyî û gevez va xemilîn.
Darên ku bixwe hêşîn bûne û qismekî wan jî merivan danîne, van rojan rengîn bûne û bi dîmena xwe ya bê hemta va bala ziyaretvanan dikişîne.
AA