Li Behra Vanê heyama soberiyê dest pê kir

Gelek welatiyên herêmê diçin ber golê û xwe hênik dikin.

Li Behra Vanê heyama soberiyê dest pê kir

Li Behra Vanê heyama soberiyê dest pê kir. Gelek welatiyên ku ji germa zêde aciz dibin, diçin ber behrê û tê de têr soberiyê dikin.

Li herêmê hin kes jêre dibêjin Gola Vanê, lê piranî dibêjin Behra Vanê.

Ya rast ew e ku her kes lê xwedî derdikeve û hay jê heye.

Li herêma behra Vanê îsal hewa gelek germ e.

Gelek welatî jî ji ber germê diçin cihên wek perava li Ahlata navçeya Bîtlîsê.

Hin kes ji xwe re têr têde soberiyê dikin, hin kes xwe li ber tavê dirêj dikin, hin kes jî lîstikan dilîzin.

Lê belê herî zêde zarok li ber behra Vanê kêf dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE