Kampa Betlaneyê bi pêxistina êgir dest pê kir. bi saya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, êdî zarokên kêm-îmkan jî dikarin tetîlê bikin. kampa havînê li ber gola hezarê dest pê kir.
Gola Hazarê di navbera bajarê Xarpêt û Amedê de ye û ji bo bêhnvedan û tehtîlê cihekî pir xweş e.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî, li ber Gola Hazarê ji bo zarokên kêm-îmkan kampa betlaneyê vekir.
Zarok û ciwanên ku havînê nikarin biçin betlaneyê, diçin kampên şaredariyê.
Zarokên ku cara ewil tetîl dikin di hewzê de hînê melevaniyê dibin û pişt re jî bi mamosteyên xwe re di dikevin golê.
Zarok di kampê de bi spor, mûzîk, govend, sînema, kişik, tiyatroyê ji xwe re kêfê dikin.
Zarok pir dilîzin û birçî dibin, lewma li kampa havînê de rojê 5 danan xwarin tê dayîn.
Îsal bi tevahî 1500 zarok dê herin vê seyranê.