Li ber xwe da û bi ser ket

Çol û çiya bûn bax û baxçe

Li ber xwe da û bi ser ket

Reşit Aslan 80 salî ye. 10 sal berê li ser çol û çiyan fêkiyên cûr bi cûr çandin. niha fêkiyên wî yek bi yek digihêjin. kesên ku li wan çiya û beran darên fêkiyan dibînin, şaş dibin.

Li ber xwe da û bi ser ket. Kalê 80 salî ji çiya û razan, bax û baxçe çêkirin.

Ev der gundê Xaşkana mezraya Deravê ye û li sînorê İranê ye.

Reşit Aslan beriya 10 salan xîz reşand dorexên rezan û fêkiyên cûr bi cûr çandin. Yên ew didîtin, digotin ev dîn e. Lê wî baş dizanî ku ew çi dike. Piştî ked û xîreteke mezin dar şîn bûn û niha fêkiyan didin.

Ji bo ku Îran nêzî gund e, Reşit Aslan hin tov ji wir anîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE