Têkoşîna li dijî mibtelabûna tiryak û madeyên hişbir dewam dike. ji bo vê jî li bêşebaba şirnexê teşkîlata yeşîlayê hat damezrandin.
Têkoşîna li dijî mibtelabûna tiryak û madeyên hişbir didome.
Teşkîlata Yeşîlayê jî bi vê armancê li Bêşebaba Şirnexê hat damezrandin û dest bi xebatên xwe yên ewil kir.
Yeşîlayê li dibistan, nexweşxane û gelek cihan afiş, broşur û panqart daliqandin.
Şaredarê Beyşebabê Hebîb Aslan jî got heya ji destê me were, em ê destekê bidin teşkilata Yeşîlayê.
Li navçeyê di rojên pêş de wê ji aliyê ekîbên Yeşîlayê, perwerdeyên profesyonel bê dayîn.