Li Bidlîsê fasulyeyên bi piştgiriya dewletê hatibûn reşandin tên berhevkirin

Li Bidlîsê fasulyeyên bi piştgiriya dewletê hatibûn reşandin tên berhevkirin

 Li Bidlîsê fasulyeyên di çarçoveya "Projeya Ji Bo Bêtirxebitandina Eraziyên Çandiniyê" da ji sedî 75ê wê bi piştgiriya hîbeyê ya Midûriya Giştî ya Hilberîna Nebatî ya Çand û Daristanê va hatibûn reşandin, tên berhevkirin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Rifat Çelîk ji rojnamevanan ra daxuyand li bajêr îsal qasî 30 hezar karkerên demsalî dixebitin.

Çelîk got di tesîsên fasulyeyê da 6 hezar kes dixebitin û ew bendê ne ku 40 hezar ton fasulyeyê berhev bikin.

Çelîk wiha axivî: "Par em di hilberîna fasulyeyên hişk da li Tirkiyeyê bûn sêyemin. Di sala 2013yan da li Bidlîsê çandiniya fasulyeyên hişk dest pê kir û di nav 7 salan da em gelekî pêşva çûn. Niha li bajêr çandiniyê dest pê kir di 2020î da li ser qadeke 104 hezar dekarî 32 ton dihat berhevkirin û îsal em bêndê ne ku ji 40 tonî zêdetir hilberîn bê kirin."

Sedat Ekerê bi piştgiriya dewletê li Tetwanê li ser erdekî 500 donimî fasulye reşandiye jî got wan projeyek ava kiriye û wiha axivî: "Erd hişk e û heta niha tu cotkarekî jî li vir evqas pincar, dan û dexl bi dest nexit. Bi piştgiriya dewleta me li ser 500 donimî me fasulyeyên hişk reşand. Şikir çandiniya me baş e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE