Li Bidlîsê li navenda kaşûnê qelebalixiya tetîla nîvê salê

Li bajêr piştî barîna berfê, stûriya berfê li navenda kaşûnê gihîşt asta pêwîst û bi vê yekê va kaşûnhezan berê xwe da navendê.

Li Bidlîsê li navenda kaşûnê qelebalixiya tetîla nîvê salê

Li Bidlîsê ku yek ji bajarên Tirkiyeyê yê herî zêde berf lê dibare ye, li Navenda Kaşûnê ya Xana El Emanê bi minasebeta tetîla nîvê salê qelebalixî çêbû.

Li bajêr piştî barîna berfê, stûriya berfê li navenda kaşûnê gihîşt asta pêwîst û bi vê yekê va kaşûnhezan berê xwe da navendê.

Kaşûnhezên ku çûn navenda kaşûnê, li navendê ji xwe ra kaşûn û snowboard kirin û her wiha hinekan jî tevî zarokên xwe bi xizekan xwe şiqitandin.

Kaşûnhez Ecevit Sulukaya ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, bi wesîleya tetîlê herkesî berê xwe da kaşûnê.

Sulukaya diyar kir, hem ji bo nirxandina tetîla nîvê salê û hem jî ji bo nirxandina hewaya xweş, ew digel zarokên xwe hat navendê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE