Li Bidlîsa xwediyê çanda xwarinê ya dewlemend biryana di tendûrên kûr da bi hilma avê tê çêkirin her roj şeveqê tê xwarin. Niha li xana 4 sedsalî hem biryan hem jî xwarinên din ji bo ziyaretvanan tên amadekirin.
Xana Şerefiyeyê ya di sedsala 16an da Şerefxan daye avakirin û ji gelek karan ra malxweyîtî kiriye niha ji ziyaretvanan ra mazûvaniyê dike û lê xwarinên herêmî tên çêkirin.
Xana 432 salî bi mîmariya xwe ya bêhempa va bala turîstên xwecî û biyanî dikişîne li gor eslê wê dîsa hat restorekirin û niha wekî restoran xizmetê dide.
Ziyaretvanên li tehma biryanê û şorbeya avşorê mêze dikin li xana dîrokî derdikevin rêwîtiya dîrokê, wêneyan dikişînin û dema xwe derbas dikin.
"Ji salên 1600î vir va li Bidlîsê biryan tê çêkirin"
Îbrahîm Baydurê xwediyê restoranê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku malbata wî ji 100 salî zêdetir e li bajêr biryanê çêdike.
Baydur diyar kir ku dikana wan di çarçoveya "Projeya Islaha Çêm a Bidlîsê" da hat hilweşandin û li ser vê avahiya Weqfa Şerefiyeyê ya vala dewr hildan, piştî restorasyonê jî wekî dikan dixebitînin.AA