Li Bilîsê Şehîdên qezayê helîkopterê hatin bibîranîn

Şehîdên qezaya helîkopterê ya li Bitlisê hatin bibîranîn 

Li Bilîsê Şehîdên qezayê helîkopterê hatin bibîranîn

Li Bilîsê par helîkoptera leşkerî ji ber qezayekê ketibû. 11 leşkerên di helîkopterê de şehîd ketibûn. di salvegera şahadeta leşkeran de li bajêr merasîma bîranînê hat lidarxistin.  

Şehîdên qezayê helîkopterê hatin bibîranîn.  

Li Bilîsê  4ê Adara 2021an helîkopterek dema diçû Tetwanê ketibû xwarê.  

Ji 13 leşkerên di helîkopterê de 11 leşker şehîd ketibûn.  

Di salvegera qezayê de leşkerên şehîd nehatin jibîrkirin. 

 Ji bo leşkeran merasîma bîranînê hat lidarxistin.  

Li gundê Şamiranê yê Tetwanê mewlûd hat xwedin. 

"Tevî korgeneralê me Osman Paşa 11 şehîdên me hebûn. 2 birîndarên me jî hebûn. Me ew xilas kirin û îro ew baş in. Ez spasiya gundiyan dikim ku wê demê alîkariya xilaskirinê kiribûn. Me şehîdên xwe ji bîr nekirin. “ 

Tevî rayedarên îdarî û leşkerî, malbata şehîd û nûnerên partiyên siyasî jî li merasîmê bûn.  

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE