Li Bîngolê kesên heywanan xwedî dikin beriya Eyda Qurbanê heywanên xwe yên ji bo qrubanê xwedî kirine anîn bazarê ku bên firotin.
Ji ber Eyda Qurbanê kesên heywanan xwedî dikin heywanên xwe anîn Bazara Heywanan a Şaredariya Bîngolê.
Heywandar hewl didin heywanên xwe bifroşin.
Midûrê Bazara Heywanan Samî Kaysal daxuyand ji dervayî bajêr jî hin kesan heywanên xwe anîne û wiha axivî: "Di bazarê da 5 hezar pez û 500 jî dewar heye. Em hêvî dikim rojên dawîn baş derbas bibin."
Fadil Morkoyunê heywanan difroşe jî got ew heywanên xwe bi bihayekî erzan difroşin.AA