Li çar aliyê welêt berfeke xweş lê dike. Welatî jî ji berfê tiştên balkêş diafirînin. Li bongilana çêwligê jî welatiyan ji berfê kafe çêkir…
Ji ber berfê rê hatin girtin, banên hin xaniyan hilweşiyan…
Lê ji aliyekî jî welatî bi berfê hunerên xwe nîşan didin, peykerên cur bi cûr çêdikin.
Lê esnafên Solexan an jî Bongilanê ji berfê kafe çêkir.
Tew bi wê jî neman, kursî jî kirin navê û tê de çay vexwarin.
Cafeya esnafan bala welatiyan gelekî kişan.