Li Bismilê heyama mehseran

Ji bo leşker û tîmên tenduristiyê dims hat çêkirin.

Li Bismilê heyama mehseran

Li navçeya Bismila Diyarbekirê li gor tevdîrên koronayê Mihrîcana Mehseran hat lİdarxistin. Bi çinîna rezan dims hat çêkirin. Şaredariya Bismilê 2 ton dimsa tirî hat li leşker û tîmên tenduristiyê belav kir.

Li herêmê wextê berhevkirina tirî hat û sîtil ji bo dimsê dikelin.

Şaredariya Bismila Diyarbekirê jî li ser 20 donim erdî dest bi çinîna rezan kir.

Ji ber ku îsal bereketa tirî heye mihrîcana mehseran hat lidarxisitin.

Qeqmeqamê Bismilê Hamza Türkmen û welatiyên Bismilê ji rezan tirî kom kirin.

Tirî di mehsereyan de hat guvaştin û ji bo dimsê hat hazirkirin.

Dûv re li gor usûlên berê sîtilên mezin danîn ser agir. Di 5 saetan de şîre bi kelandinê tîr bû û bû dims.

Qeqmeqamê Bismilê Hamza Türkmen bi destê xwe dimsa organîk li bijîşk, hemşîre û li leşkeran belav kir.

Türkmen got,“Tîmên tenduristiyê di pêvajoya pandemiyê de fidakariyeke mezin kirin. Ji ber vê yekê jî em dimsa ku çêdikin li bijîşk, ekîbên fîlyasyonê û leşkeran belav dikin. Xwedê hez ke ev dimsa organîk wê ji bo wan bibe qewet.”

Hilanîna tiriyê rezê şaredariyê wê 2 hefteyan dewam bike. Bi tevahî wê 2 ton dims were çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE