Li Güroymaka navçeya Bitlisê 38 pez û 5 dewarên ku di axur de bê hewa man telef bûn.
Tacettîn Askayê ku li gundê Sakliya bi qasî 25 kîlometroyan dûrî navçeyê heywanan bixwedî dike, destê êvarê dikeve axur de û 38 pez û 5 dewarên ku di axur de bê hewa man telef bûn.
Li gorî tesbîta beytar ji ber ku berfê kulekên hewadarkirinê girtiye heywan ji bê hewayî telefbûne.
Askay destnîşan kir ku ew debara xwe bi heywandariyê dike û ji ber vê zirareke mezin dîtiye û anî ziman ku hêviya piştevaniyê li rayedaran dike.
AA