Bihar e û dinya germ e. Lê hin ciwanan li çiyayê nemrûdê yê li tetwana bilîsê xwe li ser berfê kaş kir.
Li herêma Serhedê bihar e.
Lê belê li cihên bilind ên herêmê hêj jî bi metroyan berf heye.
Hin ciwan di meha Gulenê de derketin Çiyayê Nemrûdê yê li Tetwana Bilîsê û xwe têr kaş kirin.
Ciwan dibêjin ku Nemrûd di vê demê de gelek xweş e û bila her kes bê vir.
Çiyayê Nemrûdê 2 hezar û 250 metre bilind e. Loma tê gotin ku li ser çiyê berf qet xelas nabe.