Li Bitlisê komkirina kartolan dest pê kir

Cotkar ji rekolteya îsal razî ne û rûyê wan dikene...

Li Bitlisê komkirina kartolan dest pê kir

Berhevkirina kartolên Deşta Ahlata Bitlisê dest pê kir.

Li gorî texmînan îsal wê bi qasî 230 hezar ton kartol bê komkirin. Cotkar ji halê xwe razî ne, lewra rekolteya îsal gelek baş e.

Li deşta Ahlata Bitlisê komkirina kartolan dest pê kir.

Li gorî texmînan li herêmê wê îsal nêzî 230 hezar ton kartol bê hildan.

Di pêvajoya çandin û rakirina kartolan de li herêmê nêzî 10 hezar kes dixebitin û debara xwe dikin.

Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bitlisê Rifat Çelik dibêje: “îsal rekol pir baş e, Xwedê hez bike îsal wê nêzî 350 milyon lîre pere bikeve berîka cotkarên me.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE