Li Bitlisê navenda jinan

Tiştên ku li malê û kursê çêdikin li vê derê tên firotin

Li Bitlisê navenda jinan

Li Bêdlîsê piştî tayînkirina qayyûm gelek xizmet hatin kirin. Ji wan xizmetan gelek jî ji bo jinan e. Herî dawî jî ji bo jinên bajêr navendek hate vekirin. Jin tiştên ku li mala xwe çêdikin tînin vê derê û ew tişt li vê derê tên firotin.

Ji cil û bergan bigirin heta patîkên zarokan…

Ji sînî û tewsiyan bigirin heta xemla dîwaran…

Ev hemû ji destê jinên Bêdlîsî derdikevin.

Bi pêşengiya Walî û Qayyûmê Bêdlîsê Îsmaîl Ustaoğlu di çarçoveya projeyên Sodes’ê de ji bo jinan navendek hate vekirin û keda destê wan li vê derê ji wan re dibe qezenc..

Walî û Cîgirşaredarê Bitlisê Îsmail Ustaoğlu: Jinên vê derê ji min daxwazek kirin. Gotin em li malên xwe hin tiştan çêdikin lê tu der tune em bifiroşin. Me jî li nav bajêr ji wan re cihekî du qatî çêkir.

Jin li vê derê him qûrs dibînin, him jî pere qezenc dikin.

Ji bo tiştên tên firotin tevlihev nebin li navendê pergala barkotê jî heye.

Korodînatora Navenda Jinan Leyla Derse :Ne bi tenê li malan tiştên ku li qursan tên çêkirin jî li vê derê tên firotin. Tiştên ku li vê derê tên firotin tevlihev nabin. Me barkot danîye ser hemiyan. Bi saya vê ji bo kê çi hatibe firotin qeyd dibe. Piştre jî her meh pereyên wan tên dayîn.

Her wiha li qata jor ji bo jinan pirtûkxane û kompîtir jî hene.

Ji bo jin bi rehetî bixebitin ji bo zarokên wan jî cih hatiye çêkirin.

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2018, 15:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE