Li Bitlîsê ser gola qerisî girtina masiyan

Li Xelata navçeya Bitlîsê masîgir li ser Gola Nazikê ku rûyê wê qerisî ye, guh nadin talûkeyê û masiyan digrin

Li Bitlîsê ser gola qerisî girtina masiyan

Li Xelata navçeya Bitlîsê masîgir li ser Gola Nazikê ku rûyê wê qerisî ye, guh nadin talûkeyê û masiyan digrin.

Li herêmê Gola Nazikê ya li Xelatê ji sermana qerisî.

Masîgirên bajaroka Ovakişla û gundên der û dorê jî cemeda ser rûyê golê cihên tenik bi tevir û bêran qul dikin û tê ra sazan, încî kefal û masiya koçakê digrin.

Masîgir qet guh nadin talûkeyê û 100 mêtreya carekê cemedê qul dikin, tê ra torên xwe davêjin nav golê û çend rojan şûnda paşê diçin û derdixin. Masîgir masiyên ku dikevin tûrên wan, tînin li navçeyê difroşin û pê debara xwe dikin.

Ji masîgiran Edîp Koçeroglu got ji ber ku par hewa germ bû, gol neqerimî.

Koçeroglu diyar kir ku îsal gol ji sermana qerimî û wiha dewam kir, "Piştî ku gol qerimî, ji bo ku cemeda wê qalin bibe em li hêviyê disekinin. Paşê em 100 mêtreya carekê cemedê qul dikin û torên xwe davêjin nav golê. Em carinan çend rojan tê da dihêlin, carinan jî di heman rojê da jê derdixin. Li gor nesîbê me carinan masî zêde ne, carinan kêm in. Em masiyan difroşin û pê debara malbata xwe dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE