Şûşeyan dixin nava torbeyê û jê kelekan çêdikin…
Bi şimikên xwe jî bêrê dikşînin..
Havînan, zarokên Bêşebabê wexta xwe li ser Çemê Xabûrê derbas dikin.
Zarokên ku bi îmkanên xwe kelekan çêdikin, xwe ji jorê berdidin ava çem.
Her çiqas talûke be jî, ji bo wan kêfeke mezin e.
Zarok ji rayedaran dixwazin klûba raftîngê dîsa vebe da ku bi awayekî profesyonel raftîngê bikin.