Li Cibiltepeyê kêfa xweşiqitandinê

Li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê ya li Sarîqamîşa navçeya Qersê welatiyan bi xizangan ve xwe şiqitandin.

Li Cibiltepeyê kêfa xweşiqitandinê

Li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê ya li Sarîqamîşa navçeya Qersê welatiyan bi xizangan ve xwe şiqitandin.

Piştî berfa ku dem demî barî qalindahiya berfê li navendê gihîşte 30 santêmî. Ji ber ku têra xwe berf çênebû welatiyên bi zarokên xwe va hatin navendê jî bi xizangan va xwe kêfa xweşiqitandinê derxistin.

Cahît Yeşertaner ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew ji bo ku Navenda Xweşiqitandinê ya Sarîqamîşê bibinin hatine Qersê.

Yeşertaner wiha axivî: "Ez bi jin û zarokên xwe va ji Avustralyayê hatim, lewra li wir nabe qismet ku em berfê bibînin. Li wir dîtina berfê zehmet e. Min ji wan ra got werin ez we bibim Tirkiyeyê berfê û dilsoziya mirovan bibînin. Me nav û dengê Sarîqamîşê her tim bihîstibû. Îsal berfa ku me hêvî dikir, me nedît. Lê pir xweş e, di nav xwezayê da em wextê xwe derbas dikin. Zarokê min kêfxweş e, lewra bi xizangê ve xwe dişiqitîne."

Karen Yeşertanera jina Cahît Yeşertaner jî kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Ev der pir xweş e. Navenda xweşiqitandinê, daristana çaman, berf û mirov pir xweş in."

Zarok bi malbatên xwe ra xizangê sîwar bûn, xwe şiqitandin û li ser berfê leyîstin.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE