Li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê 15 santêm berf ket

Li navçeya bi xêliya sipî xemilî heywanên beyanî û kovî di dîtina xurekê da tengasiyê dikişînin. Welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe û li pêşiya deriyên xwe paqij kir.

Li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê 15 santêm berf ket

 Li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê ya li Karsê qalindahiya berfê derkete 15 santêmî.

Li bajêr 2 roj e bi navber berf dibare û welatî tengasiyê dikişînin.

Li navçeya bi xêliya sipî xemilî heywanên beyanî û kovî di dîtina xurekê da tengasiyê dikişînin. Welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe û li pêşiya deriyên xwe paqij kir.

Wekî mayîn ekîbên Midûriyeta Herêma 18an a Rêbejayê xebatên paqijkirina berfê dan destpêkirin.

-Bi barîna berfê kesên karê turîzmê dikin kêfxweş bûn

Li Sariqamîşê qalindahiya berfê gihîşt bihustekê.

Li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê jî qalindahiya berfê gihîşt 15 santêmî û kesên karê turîzmê dikin kêfxweş bûn.

Halît Taşê Serokê Komeleya Otêlên Xweşiqitandinê ya Sarikamişê diyar kir ku ji ber barîna berfê kêfxweş bûn û wiha axivî: "Ev 2 roj e li herêma me berf dibare. Her alî çîl û sipî bû û dîmenên xweşik derketin holê. Dema qasî têrê dike berf bibare em ê bi makîneyan pîstên xweşiqitandinê ji bo xizmetê amade bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE