Li Çınara navçeya Diyarbekirê berxika ku 6 ling hat dinê bala mirovan dikşîne.
Yek ji mihên Maksut Bulutê ku li Taxa Duzovaya li ser navçeyê pez xwedî dike za û berxikekî 6 ling ku du jê ji aliyê sitûyê va ne anî dinê.
Berxika 6 ling a ku mirovên dibîne diheyirîne gelekî bala niştecihên taxê dikşîne.
Maksut Bulut daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku biqasî 20 roj berê berxik hat dinê û dema dîtin ku 6 lingê wê heye şaş û metel man.
Bulut got ku ji bav û kalan va bi heywandariyê va mijûl dibin lêbelê cara ewil e ku bi rewşeke wiha ra rû bi rû man û wiha axivî:
"Me berê li bajarê xwe tişteke wiha nedît. Me ji bav û kalên xwe pirsî, berxikeke 6 ling nedîtine. Teqdîra Xwedê, em dikarin çi bibêjin. Dema zayînê da ters hat dinê lêbelê di tenduristiya wê da tu pirsgirêk tune, şîrê xwe vedixwe. Bi berxikên din ra direve û dilîze. Ferqa wê ji yên din tenê ew e ku 6 ling e."
Bulut behs kir ku berxikê nîşanî beytar da û gotin ku ji bo niha gelekî baş e.
AA