Li Çinarê kûleyên leglegan

Şivanê gund ev 24 sal in ji leglegan re hêlînan çêdike

Li Çinarê kûleyên leglegan

Leglegên ku li heremê wek nîşana bereketê û mizgîniya biharê tên zanîn ji xwe re hêlînê nabînin. Mehmet Salih Arslanê ku li Diyarbekirê şivaniyê dike xwedî li wan derket. Arslan, ev 24 sal in ji leglegan re hêlînan çêdike.

Diyarbekir di demsala bihar û havînê de mazûvaniya bi hezaran leglegan dike.

Lê leglegên ku tên çoltera Qerejdaxê ji xwe re hêlînê nabînin.

Mehmet Salih Arslan li gundê Aywerîya Çinarê karê şivaniyê dike.

Bavê 7 zarokan ev 24 sal in hem heywanên xwe diçêrîne hem jî ji leglegaran re bi keviran hêlînan çêdike.

Ji bo ku zarok zirar nedin leglegan hêlînan ji 5 metreyan bilindtir çêdike.

Mihemet Salih Arslan ji leglegan pir hez dike û wan mîna zarokên xwe dibîne.

Şivanê dostê leglegan heta niha li çar aliyê gund 20 hêlîn çêkirine û dema legleg dibin qepik ji bo wan nobetê digre.

Jiyana leglegan di navbera çemê Dîcle û Nîlê da bi hezaran sal in berdawam dike. Ji bo neslê wan berdewam bike li herêmê hêkan dikin û çîçikên xwe mezin dikin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE