Çiyayên Arasê bi kulîlkên rengîn balê dikşîne. Ji bo bibînin û wêneyan bikşînin kluba xweza û wênekêşiyê ya Igdirê gazî hemû xwezahezan dike.
Çiyayên Arasê di havînê de bi qerenfîlên binefşî dixemile.
Bi xwezaya xwe him bala xwezahezan him jî wênekeşan dikşîne…
Serokê Kluba Xweza û Wênekêşiyê ya Iğdirê Muhammed Akkuş behsa xweşikiya çiyayên Arasê kir û got: “Bila herkes were bibîne.”
Wênekêşên ku derdikevin çiya jî dîmenên rengîn dikşînin.
Her sal bi sedan wênekêş tên virê û him bîna wan vedibe him jî wêneyan dikşînin.